Ji 282’iyan 125 xwendekarên asta ziman a yekemîn in, 63’ê yên asta duyemîn in û 94 jî xwendekarên ziman ên asta sêyemîn in. Xwendekaran di 3 mahan de li ser rêziman û wêjeya kurdî wane dîtin û ezmûn derbaskirin. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dewreyên perwerdeyên 282 xwendekaran bi merasîmekê bi dawî kir.

Merasîm bi rêzgirtinê hat destpêkirin û piştre Endama Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ya herêma Efrînê Aytan Şêx Îsa derbarê girîngiya perwerdekirina zimanê zikmakî de axivî û da zanîn ku zimanê kurdî xwedî dîrokeke kevnare ye û di gelek pêvajoyan de derbas bûye û diyar kir ku wendabûna zimanan wendabûna gelan e. Piştî axaftinan, Koma Şehîd Dijwar û Koma Kulîlkên Efrînê govendên folklorî pêşkêş kirin û çend helbestên Seydayê Cigerxwîn hatin xwendin. Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî bawername li 282 xwendekaran belav kir û xwendekar bi wergirtina bawernameyan gelekî kêfxweş bûn. Piştre Koma Engîzek derbarê girîngiya perwerdekirna zimanê kurdî de şanoyek pêşkêş kir. Merasîm bi govend û stranan bi dawî bû.

EFRÎN