Li navçeya Gevera Colemêrgê di 15'ê îlonê de ji bo perwerdeya kurdî Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş rexmî hemû zext û morkirinan perwedehiya xwe didomîne. Beriya niha ku ji bo demekê li Mala Gel a Esenyurdê perwerde hat dayîn, lê ji ber şert û mercên nehlîbûnê di encama xebatên malbatên xwendekaran de avahiya çand û dawetan ji bo bikin dibistan ji nû ve hat sazkirin. Avahî weke dibistan hat sazkirin, 5 pol, xwaringeh û cihên lîstikan hatin çêkirin.

Dersên cûda bêne dayîn
Di dibistana ku kêmasiyên wê tên bicihanîn de hêj pirsgirêkên germbûn û wesatiyên ku zarokan bibin dibistanê tên jiyîn. Di dibistana ku 5 mamoste ders didin de, 11 mamoste li benda xwendekaranin. Di 40 rojên ku 60 xwendekar perwerdeyê dibînin de tê dîtin ku xwendekar fêrî xwendinê bûne û hat ragihandin ku pirsgirêka adaptasyonê jî ne maye. Di dibistana ku dersên bîrkarî, dîrok, muzîk û wêne tê dayîn de ji bo dersa werzîşê ji li baxçeyê dibistanê çalakiyên cuda tên kirin.

Nêrîna malbatan girîng e

Seroka KURDÎ-DER'a Geverê Denîz Bulbul diyar kir ku bi despêkirina perwerdeyê heta îro fêrbûna xwendekaran ya ji bo mamoste û dibistanê gelek girîng û wiha got: "Fikarên malbatan yên derbarê perwerdeyê de ji holê hatine rakirin. Rexmî ku qeydên nû dihatin jî lê me pirsgirêka cih jiyan dikir. Bi xebatek mezin em gihiştin dibistanek pir baş. Ji 102 xwendekaran 60 xwendekaran dest bi xwendina xwe kirin. Em ê ji bo xwendekarên ku bê ders mane refek nû vekin û me pêdiviyên wan bi cih anîne."

DIHA/COLEMÊRG