Gerîlayan balkişandin ser tekoşîna parastina ziman a li beranberî siyasetên bişaftin û helandinê û diyar kirin ku Ziman çalakiya jiyanê ye ji bo tevahiya mirovahiyê ye û wiha gotin: “Ji ber ku yek ji şertên netewa demokratîk parastin û xwedî derketina li zimanê dayîkê ye. Ji bo vê yekê jî pêwîste kurd bi kurdî bihizirin, bifikirin û bijîn. Her nasname li ser hîmê xwe şîn dibin.” Endamên komîteya ziman û perwerdeyê ya KCK’ê wiha axivîn:


Ziman nasname ye

Rûken Nûda: "Ez neçûme dibistanê. Ji ber wê jî xwendin û nivîsandina min tunebû. Piştî ez hatim  saziya ziman di milê xwendin û nivîsandinê de gelek pêş ketim. Niha dikarim hest û nêrînên xwe bînim ser ziman. Nivîsên hevalan dikarim bixwînim. Di mijara ziman de bi taybet jî nivîsandin û xwendinê de bi vî şeklî pêşketin çêbû. Ziman nasnameya mirove. Bi ziman mirov dikare xwepênase bike. Dema em hatin dewra perwerdê xwendin û nivîsandina pir hevalan tinebû. Niha giştî heval dikarin binivsînin û bixwînin."

Zimanê dayikê fêr bibin

Hebûn Dilger: "Demên berê Kurdên di nav Farsan de bi farisî, ên di nav Tirkan de bi Tirkî, ên di nav Ereban de bi Erebî di axivîn. Bandora dayîk û zimanê dayikê nemabû. Piştî Serokatî tekoşîn da destpêkirin me xwe naskir. Me fam kir ku çandeke me heye, zimanê dayîka me Kurdî ye. Îro hemû Kurd bi zimanê dayîka xwe diaxivin, xwe bi wî zimanî nas dikin. Em li zimanê dayika xwe xwedî derketine. Ev heqîqeteke. Me ziman û çanda xwe bîrkiribû me ji çanda xwe fedî dikir. Piştî em tevlî rêxistinê bûn, me Serokatî nas kir, me çanda xwe ya kurdewarî nas kir, ez ketim lêgerînekî ku me çima çanda xwe jibîr kiribû. Dema em hatin saziyê nivîs û xwandina me tinebû. Niha dikarim fikr û şîroveyên xwe bi Kurdî binivsînim."

Ziman hebûn e

Kanî Rêber: "Destpêkê cejna zimanê zikmakî yê cihanê li hemû dayikên Kurdistanê pîroz dikim. Ziman nasname û hebûna civakê ye. Civak bi zimanê xwe tê nasîn. Hemû heyînên di nav gerdûnê de bi ziman tên pênase kirin. Civaka bê ziman ji civakbûyînê derdikeve. Îro zimanê Kurdî bi destê dewletên dagirkerên Tirk, Îran , Sûriyê ve hatiye pelçiqandin û di bin siya zimanê wan de hatiye hiştin. Di vê mijarê de erkên me li hemû qadan, di malê de, li dibistanê parastina zimanê dayika me ye. Parastin jî bi pêşxistinê re çêdibe. Ev perwerda ziman li ser min gelek bandor çêkir. Bi zimanê dayika xwe perwerde dîtin gelekî girînge. Divê perwerdê de bi zimanê zikmakî gihîştim watêya xwezayê. Divê perwerdê de gihîştim wateya kûrbûna ziman."

Kurdî kevnar e

Leşker Cudi: "Zimanê kurdî bi temamî xwezayî çêbûye. Pir dewlemende, zimanekî netewî ye. .Wekî zimanekî fermî zimanekî netewî nehatiye qebûlkirin. Tim asteng kirine û nehiştine zimanê kurdî bibe zimanekî fermî. Zimanê kurdî bi xweza û çandê ve girêdayî ye. Ji bo me kesên dagirker zimanê me qebûl bikin nekin pir girîng nîne. Ji bo me girîngbûn pêşketina ziman e. Kurdan zimanê xwe çanda xwe dîroka xwe bi berxwedan û tekoşîneke xurt anîne roja îro. Ji bo Kurdan tişta herî girîng ewe ku zimanê xwe, çanda xwe, nirxên xwe pêşbixe û biparêze. "

ANF/BEHDÎNAN