Akademiya Viyan Amara ya lêkolînê li Kantona Kobanê dewreya perwerda zimanê Kurdî  a bi navê Şehîd Perwîn bi beşdarbûna 45 mamosteyan destpêkirî, bi dawî bû. 

Di dewreyê de dersên “Dîroka Zimanê Kurdî, Hînker, Rêzimana Kurdî, Bîrdozî, Pişavtin û Netewa Demokratîk” hatin dayîn.


Mamoste wê werin erkdarkirin

Akademiyê bi dersan dest pê kiribû, bi perwerdeya ezmûneke giştî bi dawî bû. Endamê Rêveberiya Akademiyê Aras Hiso derbarê xebatên xwe de axivî û destnîşan kir ku piştî derketina encamên ezmûnan, şagirtên serkeftî wê li ser materyalên Kurdî di nava hefteyekê de werin perwerdekirin û piştre ev mamoste li dibistanên Kobanê û gundên girêdayî wê werin erkdarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku KPCD’ê ya Rojavayê Kurdistanê biryar daye ku îsal materyalên zimanê Kurdî derbasî refên ji 1 heya 6’an ên dibistanên Kobanê bike. Dibistanên Kantona Kobanê dê di cotmeha bê de deriyên xwe li zarokan vekin. 


 ANHA/KOBANÊ