UTAMARA û SMJÊ ji bo alîkariyê bi penaberan re bike, dewreyeke perwerdeyê ya bi navê ‘penaberî û trawma’ organîze kir. 

Navenda Civana Jinan UTAMARA bi hevkariya Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî, ji bo alîkariyê bi penaberan re bike, dewreyeke perwerdeyê ya bi navê ‘penaberî û trawma’ organîze kir. Perwede 17’ê Kanûna 2017’an qediya.

Perwerde ji aliyê komeke pisporên jin ên trawmaterapî, terapiya hunerî, xebatkarên UTAMARA û SMJÊ ve hate dayîn. 

Beşdarên perwerdeyê, wê bi zanebûna xwe ya li ser trawma û penaberiyê, pêwîstiyên jinên penaber baştir tespît bikin û destekdayîn û alîkariya xwe xurt bikin.

Rêzeperwerdeya li ser Penaberî û Trawmayê ku mesrefên wê ji aliyê Daîreya Federal ya Koçberî û Penaberan (BAMF) ve tê dayîn û jinên ji gelek netewe û baweriyan beşdar dibin, bi moraleke xurt û dayîna dîplomayan li beşdaran bi dawî bû. 


BONN