Xebatên KURDÎ-DERê
Bîrgul bal kişand ser kar û xebatên KURDÎ-DER’ê jî û wiha pêde çû: “Di sala 2012’an de perwerdeya mamosteyan pêk hat, her polek wan ji 25 kesan pêk dihat, salê polek dihat vekirin, heta niha 2 pol hatine vekirin. Dema perwedeya mamosteyan 6 meh didome. Piştî ku xwendekar perwerdeyê dibînin ezmûn tên kirin. Xwendekarên ku di ezmûnan de bi ser bikevin dikarin bibin mamoste. Heta niha 35 kes bûne mamoste. Mamosteyên ku teqawîd bûne niha di nava xebatên Kurdî de cih digirin û ji bo xebatên pêşdibistanê materyalên xwe amade dikin.”
Ehmedê Xanî
Bîrgul behsa dîroka perwerdeya pêşdibistanê ya zarokan jî kir û berhemên ku hatine nivîsandin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di warê perwerdeya pêşdibistanê de yekemîn car Exmedê Xanî berhema bi navê “Nûbihara Biçûkan” nivîsand û fikr û ramanên xwe yên der barê perwerdeya zarokan de anî ziman. Ev berhema Ehmedê Xanî tê nîqaşkirin û wekî çavkanî tê dîtin. Exmedê Xanî ev berhem berî sedsalan nivîsandibû lê xwedî asteke gelek bilind e.”
Bîrgul diyar kir ku di roja îroyîn de perwerdeyê hêj xwe negihîştandiye wê astê û wiha got: “Di roja me ya îro de perwerdehî hê xwe negihîştandiye wê astê. Ew jî dide xuyakirin ku dîroka perwerdeya zarokan a bi zimanê Kurdî gelek kevn e û di wê serdemê de bi berfirehî hatiye destgirtin.”
Pirtûka Zarokan
Her wiha Bîrgul destnîşan kir ku wekî mamosteyên KURDÎ-DER’ê ji bo perwerdeya mamosteyên atolyeya pêşdibistanê ya zimanê Kurdî wan xebatên girîng dane ber xwe û wiha pêde çû: “Me setek ku ji pirtûkên perwerdeya pêşdibistanê pêk tê ya bi navê “Moristan” amade kir. Bi tevahî 10 pirtûk in. Ji van 10 pirtûkan 8 jê li ser perwerdeya pêşdibistanê hatiye nivîsandin 1 der barê xêzan 1 jî ji bo boyaxkirinê me amade kirin. Ev xebata me ya li ser perwerdeya zarokan jî em dikarin bêjin piştî Exmedê Xanî ya duyemîn e.” Bîrgul diyar kir ku ew hêvîdar in hemû mamoste, xwendekar û kesên ku xwe di warê pêş dibistanê de pêş xistine tevli atolyeya pêşdibistanê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Perwerdehî 6 mehan didome û serdanên me dest pê kirine, kesên ku bixwazin tevli bibin dikarin li navenda giştî ya KURDÎ-DER’ê ya Peyasê serlêdana ji bo perwerdeyê bikin.”
AMED / DÎHA