Xwendekarên jin ên Reqayê piştî 4 salan dest bi perwerdeya xwe kir.
Li Reqayê dema serweriya DAIŞ, xwendin ji jinan re qedexe bû loma jî 4 salên bihurî gelek xwendekarên bajarê Reqayê ji perwerdeya xwe mabûn. Piştî rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, tevî mezinbûna emrê wan, xwendekaran ji nû ve dest bi xwendina xwe kir û salên ku jê bê par mabûn xwendina xwe dewam dikin. Xwendekara bi navê Înas El-Xelef derhaqa meselê de got: “Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û vegera li dibistanan, em ji nû ve ji dayik bûn, tevî ku temenê min mezin e lê dîsa jî ez ê xwendina xwe dewam bikim. Ji ber ku çeteyan em ji mafên me yên jiyanê qut kiribûn.”
ANHA/REQA