Ev demeke Navenda Perwerdeyê ya girêdayî Rêjîmê li bajarê Hesekê astengiyan li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî derdixe. Navendê mamosteyên dibistanên ku dersên Kurdî di wan de tên dayîn bi avêtina ji kar, her wiha gefa girtina dibistanan dide. Li ser vê yekê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cezîrê daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Navenda Perwerdeyê ya girêdayî rêjîmê ya Hesekê li pêşiya perwerdeya Kurdî û Sûryanî ku di hin dibistanên Hesekê de pêk hatiye astengiyan derdixin û dixwazin siyasetên xwe yê şofînist dewam bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Navenda Perwerdeyê ya rêjîmê pirsgirêkan derdixe û b avêtina mamosteyan ji kar tehdîd dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku mijara perwerdeya bi Kurdî û Sûryanî ne derketina li dijî tu kesî ye û wiha dom kir: “Pêwîste Navenda Perwerdeyê ya girêdayî rêjîmê rewşa nû fam bike, li ser pêşeroja xwendekar û mamosteyan ku zarokên vî welatî ne baldar bin, bela ev û wezareta perwerdeyê ya li Şamê jî baş bizanin mamosteyên me ku ji bo perwerdeya bi Kurdî û Sûryanî hatine erkdarkirin ne bo pereyan xebatên xwe didin meşandin, lê belê mamsteyên me bi awayekî dildarî xebat dikin û parastina wan dikeve nava erkê me ye.” Desteya Perwerdeyê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew bi hemû derfetên xwe ji bo parastina pêşeroja mamosteyan û xwendekaran têbikoşin û dê dersên bi zimanê Kurdî û Sûryanî di nava hemû şert û mercan de dewam bikin.

HESEKÊ