Bi armanca bipêşxistina beşa tenduristiyê li Serêkaniyê ya kantona Hesekê, dewreya 4. bi navê “Dewreya Şehîd Ezîz Foral” dest pê kir.

Ji hemû herêm û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 kes beşdarî dewreya perwerdeyê ya Akademiya Tenduristiyê ya Rojava bûn.

Karekî mirovî ye

Dewre wê 6 mehan bidome. 2 mehên destpêkê li ser dersên bîrdozî, girîngiya pewerde, têgeha neteweya demoratîk û azadiya jinan bê dayîn. Piştre, dersên teorîk û dersên der barê pisporiya tenduristiyê de wê werin dayîn.

Ji rêveberiya akademiyê Zafîn Şawîş got, Xebata di aliyê tenduristiyê de karekî mirovî ye û armanc ji vekirina van dewreyan avakirina kadroyên tenduristiyê ye da ku xizmeta civakê bikin.

Wê li her derê bên erkdarkirin

Xwendekar Ahîn Mihemed ku tev li perwerdeyê bûye jî, got, “Armanca me ew e ku em beşa tenduristiyê bi pêş bixin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî bidawîkirina perwerdeyê her endamek wê li nexweşxane, kamp û nuqteyên tenduristiyê yên li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin erkdarkirin.

 

ANHA/HESEKÊ