Li muzexaneya Kobanê, yekemîn pêşangeha şêwekaran hate vekirin.

Pêşangeh bi navê “Rû axêv” ku berxwedana Kobanê vedibêje, ji aliyê Mamoste Mihemed Şehîn û şagirtine wî ve hat vekirin.

Pêşangeh li muzexaneya Kobanê ya li bakurê bajarê Kobanê, hat vekirin. 12 şêwekarên jin ku şagirtên mamoste Mihemed Şahîn in bi 39 tabloyan beşdarî pêşangehê bûn.

Merasîma vekirina pêşangehê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo malavahiya mamoste Mihemed Şahîn û şagirtên wî kir û got, her rengê hunerê di şoreşa Kurdistanê roleke girîng list, ji wan ev pêşangeh e, divê ev pêşangeh ji ciwanên siberojê re bibe mînak.

Her wiha mamoste Mihemed Şahîn jî axivî û diyar kir ku armanca pêşanehê ew e ku jiyan li muzexaneya zindî bibe û got, “Em dixwazin şerê ku li vê muzexaneyê qewimî ye û êşa ku li vir bi serê mirovan de hatiye, di van resman de şîrove bikin, di her wêneyî de çîrokek heye”.

Pêşangeh îrojî ji seat 15:30 ta 18:30 wê li xelkê vegirîbe.

 

ANHA / KOBANÊ