Rojnameger û nîgarkêş Zehra Dogan, pêşangeha xwe ya wêneyan ya bi navê ‘141’ veki. Navê pêşangehê di heman demê de hejmara rojên wê yên li girtîgehê bihurî jî nîşan dide.

Pêşangeha Wêneyan ya edîtora ajansa JINHA’yê ya hatî girtin, Zehra Dogan a di serdema berxwendana xwerêveberiyan de li Nisêbînê bi mehan nûçe şopandin, bi navê ‘141’ hat vekirin. Zehra Dogan di 22’yê Tîrmehê de li Mêrdînê hatibû binçavkirin û piştre jî derxistibûn dadgehê û ji ber nûçe û wêneyên çêkirî, hatibû girtin. Pêşangeha wêneyan a Zehrayê ya bi navê “141” ku ji wêneyên wê yên li girtîgehê xêz kirî pêk tê, li Amedê li Diyar Galeryayê hat vekirin. Pêşangeha ku hejmara rojên Zehra yên li girtîgehê jî eşkera dike, wê hata 1’ê Adarê vekirî bimîne.


 AMED