Weqfa Jina Azad a Rojava bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo bipêşxistina afirîneriya zarokan” pêşangeheke destkariyên zarokan a du rojan li baxçeyê zarokan Nûr El-Şems a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo û zarokên baxçeyê zarokan berê xwe da pêşangehê da ku destkariyên zarokan bibînin. Baxçeyên Arî ji 5 baxçeyên girêdayî Weqfa Jina Azad ên Rojava pêk tê. Kesên çûn serdana pêşangehê, got, lidarxistina pêşangehên bi vî awayî ji bo bipêşxistina behreyên zarokan tiştekî nû ye. Beşdaran diyar kir ku destkariyên zarokan û wêneyên ku xêz kirine, hezkirin û girêdana wan bi behreyên wan re diyar dike.

QAMIŞLO