Li Şîşliya Stenbolê, Komeleya Huner a Ekînê ya Ayişigiyê bi boneya 100’emîn salvegera Şoreşa Cotmehê ya Sovyetê, pêşangeha “Afîşên Sovyetê yên ku li dijî faşîzmê têdikoşin” vekir. Di pêşangehê de hemû afîşên ku berê dihatin bikaranîn û hatine jibîrkirin û yên ku roja îro tên bikaranîn hatine berhevkirin û tên pêşandan. Pêşangeh di 13’ê Hezîranê de hat vekirin û dê heta 13’ê Tîrmehê vekirîbe. 
Li pêşangehê li gel afîşên ku ji bo tevlîbûna şerê li dijî Hîtler bang li her kesî dikin, pirtûkên Lenîn, kartpostalên serdema Sovyetê û berhemên girîng ên dema Sovyetê jî cih digirin. 


 DÎHABER / STENBOL