Li bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê heyva Gulanê di bin banê Weqfa Jina Azad de kursa dirûnê hatibû vekirin. Kursa ku doh bi serkeftî bi dawî bû, pêşengehek ji berhemên jinan hat vekirin û li 12’e jinan bawername hat belav kirin. Pêşangeha ku rastî elaqeyeke mezin a jinan jî hat, nûnerên rêxistin û saziyên jinan jî tê de amade bûn. Di peşangehê de rêvebera Weqfa Jina Azad Axîn Amed li ser rola û bipêşketina jinan di warê aborî de axivî. Axîn Amedê da zanîn ku bi piştevaniya jinan a xurt, wan projeya vekirina kursê daye pêşiya xwe û got, “Di dema li pêşiya me de em ê projeyên nû amede bikin û bingeha xebata jinan bi pêş bixin.”


Dixwazin jin çalaktir bin

Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Omer jî anî ziman ku armanca wan di civakê de bipêşxistina jinan e û wiha domand: “Em dixwazin jin bibin xwedî pîşe û di warê aborî de çalak bin. Ev jin dê bi bawernameyên xwe derfetên kar bi dest bixin.” 

Mamosteya kursa dirûnê Sebah Ebd El-barî ku ji Şamê ye, serketina jinan di kursê de pîroz kir û serketin ji wan re xwest. Piştî axaftinan bawername li 12 jinên ku tevlî kursê bûne hat belavkirin.

Di pêşengehê de cûr bi cûr berhemên jinan yên ku bi keda destên xwe çêkirine, hatin pêşandan. 


 JINHA/QAMIŞLO