Bi boneya 33. salvegera 15’ê Tebaxê 38 şêwakarên ciwan ên ji Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) pêşangeheke resman li Silêmanî vekirin roja 15´ê Tebaxê bi xwe. Ev resm bi pirranî berxwedana ciwanên Kurd û êşên jina Kurd nîşan didin. Bi hevkariya Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniy  pêşangeh li Hola Muzexaneya Niştîmanî ya Emne Sore ya Silêmaniyê li xelkê vebû û îro roja dawî ye ji bo xelk van resman bibînin.

Berpirsê Pêşangehê Cengîz Kara têkildarî pêşangehê got; “Di vê pêşangehê de 100 tablo hatine nîşan kirin. 38 ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî beşdarî pêşangehê bûne. Pirraniya wan xwendekarên dibistana navîn, amedeyî û zanîngehê ne. Me xwest bi hunerê xwe qehremenî û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û her çar parçeyên Kurdistanê nîşan bidin.”

Ji şêwekaran Adar Tong jî got; “Em pêşangeha 3’emîne ez beşdar dibim. Ji berî niha min du pêşangehên taybet li Amedê û Hewlêrê vekiribûn. Ez her pêşangehekê bi 10 tebloyan beşdar bûm. Tabloyên min taybet girêdayî êş û azarên jin û dayikên Kurd in.” 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ