Pêşangeha girtiyên azadiyê li Dresdenê
Komeleya Civanên Elman û Kurd a Dresdenê, wê 28’ê Hezîranê pêşangehekê veke. Di vê pêşangehê de wê 32 tablo û 7 grafîk bên nîşandan. Lê ev ne pêşangeheke ji rêzê ye. Şêwekar hemû di hepsên dewleta Tirk de ne û hemû jî Kurd in. Endama komeleyê Heidemarie Franzke dibêje, ev hepsî hefteyê saetekê destûrê werdigirin ku resman çêkin. Yek ji van Ali M. E ku komeleyê navê wî yê tam neweşandiye. Resma wî li ser plakata danasîna pêşangehê tevî van gotinên wî hatiye bicihkirin: Min li hepsê dest bi çêkirina resman kir. Destpêkê ez ji xwe ne piştrast bûm ka ev kar wê ji min bê. Lê ji heqî şêwekariyê derketin, ji bo min karek bû ku diviya min xwe lê biceribanda.
Heidemarie Franzke dibêje, ew dixwazin bi pêşangehê her wiha bala xelkê bibin ser têkoşîna Kurdan û zextên li wan dibin jî. DRESDEN