Navenda Zarokan a Mîran ji berhem û resmên 16 zarokên li navendê, pêşangehek li xelkê vekir. Navenda Zarokan a Mîran ku li bin banê Navenda Jinên Azad  a Efrînê ye, ji resmên 16 zarokan ev pêşange amade kir.

Pêşangeh pêk hat, piştî xebata perwedekirina zarokan a li ser bikaranîna rengan û resm ku ev 6 meh in didome. Zarokên ku resmên wan di pêşangehê de hatin pêşandan temenê wan di navbera 2-6 salî de ye. Bi dehan malbatên zarokan jî û nûnerên Rêxistina Li dijî Şiedeta li dijî Jinan, Sara, Asaîşa jinan, Malbatên Şehîdan û zarokên navenda Barberkîn Star û navenda Nûr El-Şemis a Zarokên Şehîdan, beşdar bûn. 


 ANHA/EFRÎN