Tabloyên hunerî yên ku şêwekaran êş û azara şêniyên Efrînê dema êrişên dagirkieriya Tirk pê îfade kirine, di pêşangehekê de hatin cem hev.

Bi slogan “Ji bo te Efrîn” li bajarê Hesekê, pêşangeha wênesazan bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên kantona Efrînê û Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê hat vekirin.

Ev pêşangeh beriya wê li bajar û deverên mîna Şehba, Heleb û bajarokê Rimêlan ê navçeya Girkê Legê hate vekirin.

Şêwekar Ardalan Îbrahîm, Henîf Hemo, Roşan Sîno, Lodmîla Horo û Şervîn Mihemed beşdarî pêşangehê bûn ku li Hola Erd El-Ehlam a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê pêk hat. Di pêşangehê de 30 tabloyên êşa şêniyên Efrînê û talankirina artêşa Tirk û çeteyên wê vedibêjin, di pêşangehê de cihê xwe digirin.

Paşê diçe Qamişlo û Minbicê

Têkildarî mijarê Ardalan Îbrahîm ku endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê ye, got: “Me gelek zehmetî ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve kişandin û bi rêya tabloyên xwe, me der barê doza Efrînê, berxwedana şêniyan a li dijî dagirkeriyê û komkujiyên dagirkeran kirî de raber kir.”

Ardalan wiha axaftina xwe domand: “Piştî bajarê Hesekê, em ê berê xwe bidin Qamişlo, paşê Kobanê, Minbic û herî dawî jî dewletên Erebî û Ewrûpayê.”

Endamê Yekitiya Rewşenbîran diyar kir ku armanca pêşandana van tabloyan, ew e ku cihan bi tevahiya rastiya komkujî û guhertina demografiyayê ya ku dagirkeriya Tirk li Efrînê kiriye, diyar bike.

Di dawiya axaftina xwe de Ardalan Îbrahîm got, “Me ji Kampa Şehbayê dest pê kir, ev jî nîşana wê yekê ye ku vîna me û hêviya me xurt e ku em ê li Efrînê vegerin û Efrîn dê ji dagirkeriyê were rizgarkirin.” Pêşangaha doh bi dawî bû wê paşê li bajarên Qamişlo û Minbicê jî bê nîşandan.

 

ANHA / HESEKÊ