
Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê, pêşangeyek bi navê "Şil yan jî Ziwa" hate vekirin û li vê pêşangeha li Muzeya Hunerên Nûjen de wêneyên li ser konfederalîzma demokratîk hatine xêzkirin, tên nîşandan. Pêşangeh wê heta 4'ê Sibata 2018'an vekirî be.
Pêşangeh ji aliyê hunermend Richard Leue ve roja 7'ê Kanûnê vebû. Hunermend Leue ji romana Karl May a bi navê "Di Kurdistana asê re" ku yek ji berhemên navdar ên wêjeya Elman e, sûd wergirt û pêşangeh amade kir.
Hunermendê navbirî, destpêka sala 2017'an tevî komekê li Başûrê Kurdistanê; li kampa Mexmûrê û Qendîlê geriya û hewl da bi tabloyên çêkirî qala têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û avabûna konfederalîzma demokratîk li Kurdistanê bike.
Hunermend, dîtina endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn û Dr. Heval Medya di tabloyên xwe de nîşan da. Hunermend di berhemên xwe de bi taybetî balê dikişîne ser xwerêveberiyê.
Weqfa Jurgen Ponto jî piştgiriyê dide pêşangehê. Agahiyên berfireh ên li ser pêşangeyê ji vê navnîşana li jêr dikarin bên peydekirin:
http://mmk-frankfurt.de/de/ausstellungen/aktuelle-ausstellungen/
FRANKFURT