HEWRÊ KIRÊKAR ROJNEWS / SILÊMANÎ


Li navçeya Silêmaniyê Seyiqsadiqê, Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer, pêşangeheke pirtûkan li navenda bajêr li ser dezgehekê vekirin. 

Pêşangeh heta êvarî vekirî ma. Di pêşangehê de ku doh bi rê ve çû, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek pirtûkên din ên fikrî tên pêşandan.

Yek ji endamên birêvebirina pêşangehê, Herêm Ebubekir têkildarî pêşangehê got; "Yek ji amancên me ew e ku em zêdetir bikarin ciwanan hişyar bikin. Nexasim pirtûkên ciwan jê sûdê werdigirin, bigihînin wan."

Herêm Ebûbekir diyar kir ku di pêşangehê de gelek pirtûkên cuda hene û got; "Em di pêşangehê de hê zêdetir pirtûkên Ocalan nîşan didin. Ji ber ku li gorî me di pirtûkên Ocalan de rêya pêwîst heye ji bo ciwan ji rewşa tê de, rizgar bibin."


Ji bo siheta fikra ciwanan

Ciwanê bi navê Abid Omer ê serdana pêşangehê kir jî nihêrînên xwe wiha îfade kirin; "Ev pirtûkên di pêşangehê de hatine nîşandan dikarin fikrên ciwanan ber bi fikreke bi sihet ve bibe. Vekirina pêşangehên wiha, li navçe û bajaran ji bo ciwanan wê bi feyde be."

Abid Omer daxwaz ji ciwanan kir ku serdana pêşangehê bikin û jê sûdê wergirin.