Li bajarê Elmanyayê Hanauyê pêşangeha şêwekar Alî Zulfikar heye. Pêşangeh li Galerie ARP´ê bi rê ve diçe. Pêr pêşangehê dest pê kir û di cih de gelek elaqeya xelkê hebû jê re. Di pêşangehê de ji bilî portreyên Picasso, Che Guevara, Frida Kahlo, gelek berhemên wî yên nû jî hene. Şêwekar li ser tuwalê bi qelema reş xebitiye. Ew weke şêwekarekî nifşa nû ya realîzma nû tê qebûlkirin. Pêşangeh wê heta 28´ê Adarê li Galerie ARP li xelkê vekirî be.
HANAU