Ozer, ji weneyên ku xêz kirin dê di 28'e Sibatê de li Îzmirê bi navê "Rengê Heviyê" pêşengehê veke. Ozer li girtîgehê li gel hemû astengî zor û zahmetiyan û desteserkirina boya, tuval û firçayan jî wêneyên pêşengeha xwe temam kir. Ozer, anî ziman ku hêvî û têkoşîna xwe bi rengê boyayê di tuvalên xwe de anî ziman. Ozer, di nameyek xwe de anîbû ziman ku amûrên wî yên pêşengeh û weneyan hatine desteserkirin, lê wî her tim xezkirin û neqişandina fîgur û fîganên çanda Kurdan a li ser tualê peyvir û erk dîtiye.

'Tualên min desteser kirin'
Asraîl Seyithan Ozer, di 19 saliya xwe de li Êlihê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtinPêşengeh dê 12 rojan vekirî bimîne. Ozer, ku piştî hate girtin û meraqa wî ya li hemberî resiman çêbû, fikr û ramanê xwe li ser tualan neqiş kiriye. Ozer di tualên xwe de mêrg, zozan û zomên keriyên pezê xwe neqişandine. Gelek caran xebatên wî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hate astengkirin. Gelek caran amûrên wî yên resîman ên ji boya, tuval, firçe, jêbir, kêr, pênûsa resen, kaxizên rengîn hatin desteserkirin. Balkêş e astengiyên li ser xebatên wî piştî daxuyaniya Wezirê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn a "Bi weneyên xwe propaganda rêxistinê dikin" zêdetir bûn. 

DÎHA/ÎZMÎR