‘Armanca me çanda têkoşer e’
Cengîz Kara anî ziman ku ew li Wargeha Penaberan ya şehîd Rûstem Cûdî dimîne û li wir mamostayê beşa hunerê ye û derbarê xwebatên xwe de wiha got: “Xebata me di 2004’an de destpêkir. Xebatên me li atolyayeki li wargehê û taybet xwendevanên me li wir dixebitin. Qasî 30 heya 35 xwendekarên me hene. Temenê wan di navbera 10-20 de ye. Heya niha me ji 50 pêşangehan zêdetir vekirin. Piraniya wan li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî hatin pêşkêş kirin. Li Başûr wek Hewlêr, Kerkûk û deverên cûda pêşangeh têne pêşandan, her wiha tabloyên me çûne Bakûr û derveyî welat jî.
‘Asta xebatên me bilind e’
Derbarê asta xebatên xwe de jî Kara anî ziman ku xebatên wan di astekî zanîngehekî bilind de ye û diyarkir ku berhemên xwendekaran ên di temenên biçûk de dikarin berhemên pir baş bi afirînin, mirov dikare bêje ji xwendekarên zanîngehê baştir çêdikin, berhemên me piranî li ser çanda kurdî, penaberî û mijarên cûda cûda hatine çêkirin. Birastî eger ez behsa penabertî bikim, ez di temenê xwe yê biçûk yê 7 salî de ketim nava karwanên penabertiyê. Rêwîtiyek pir dirêj bû, yanî em bêjin ji sala 1994’ê heya 2014’ê temenek pir dirêje, lê di vê penabertiyê de tiştên ku min jiyan kirîn, em bêjin ew zorî û zehmetî bibe sedem ku ev hunere di kesayeta min de derbikev holê. Her hunermendek bi şêweyekê dikare derdê xwe, êşên xwe bîne ziman. Ez jî derd û êşên xwe ên min jiyan kirîn li ser tablo derdixim derve. Weke hûn dibînin jî piraniya tabloyên me li ser jiyana penaberiyê ne, çi qas zor û zehmetiyên me kişandine li ber çavê me bimînin û em xwe di wan tabloyande bibînin.”
Penabertî û huner
Derbarê penabertî û hunerê de jî Kara bibîrxist ku ew tucarî tunebûn û bêderfetiyê nakin hincet û pirsgirêk, di her şert û mercên pir zehmet de xebatên xwe didomînin û got, li cihê ku me lê jiyan kirin hemû bê derfetî hebûn, lê dîsa jî me tucarî dest ji xwe ber neda. Çi qas ji destê me tê emê hunera xwe biparêzin, çanda xwe biparêzin û pêşkêşî gelê xwe bikin.
‘Huner ji dil tê’
Kara derbarê hêstên xwe yên hunermendî de jî wiha pêde çû: “Dibêjin hunermend dema ku tiştekê jiyan dike yê herî baş îfade bike ew bixwe ye. Ez hunermendbim û di nava zor û zehmetiyê de jiyan bikim, belkî ti hunermend nekarin weke min vê hunerê derînin derve. Ji ber ku vê ez jiyan dikim, huner jî eve. Tiştên ku mirov jiyan dike, bandorê li ser mirov dike bîne ziman. Pêwîste em li bendê nebin ku yek ji derve bê hunera me çêbike, ji bo me xizmetê bike, divê em bixwe xwedî li hunera xwe û çanda xwe derbikevin. Dibin çi şert û zehmetiyan de be divê em xwedî çand û hunera xwe derbikevin. Armanca me avakirina çandeke têkoşere. Em dibînin ku li Başûrê Kurdistanê ciwanên Kurd dibin bişaftinekî de derbaz dibin. Em dibînin çanda biyanî li ser bandore.
Çanda bi hev re
Resam Bêrîvan Bûlût jî diyarkir ku ew jî li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dimîne bi xwe ji gundê Hilal yê ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ye. Derbarê xebatên xwe de Bêrîvan wiha got: “Bi dehan pêşangehên me hatine pêşkêş kirin. Li Mexmûr hatine pêkanîn, ji bo 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Festîval û rojên taybet pêşangehên me hene. Tabloyên me diçin derveyî Başûr, heya Amedê çûne, lê belê ji ber sedemên siyasî em nikarin biçin, tenê tabloyên me diçin. Mebesta me ewe ku em diyariyekê bidin hunerê. Ev pêşenge beriya heftiyekê li Amedê hebû. Her wiha amadekariya me heye ku 4’ê Nîsanê pêşangehê pêşkêş bikin. Ev pêşengeh bi awayek kom û şexsî têne kirin. Koma ji 20 kesan zêdetir hene. Li Mexmûr dezgehek me ya taybet heye. Li wir kar dikin. Berhemên xwe jî pêşkêş dikin. Hinek xwendekarên zankoyê, amadeyî, navîn û seretayî û ev kar li gel mamostayên Wargehê têne kirin.”
‘Bi kedê çêdibe’
Bêvîran bibîrxist ku ew du salin di nava vê xebatê de cih digire, lê ev xebat demek dirêje tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Huner tiştek gerdûniye. Huner tiştên hatine jiyankirin nehelî winda bibe zindî bihêlî. Ji bo qewmê xwe yê piştî mirov tê jî zindî bihêlî. Mîrasek ji wan re bihêlî. Di şert û mercên penabertiyê de zor û zehmetiyên ku hatine kişandin çandek hatiye afirandin, ango weke Rêber Apo dibêje ‘ji tunebûnê hebûn afirandin’ heye. Li rexmî zor û zehmetî her wiha bêderfetiyên ku di nava penartiyê de çand û hûnera xwe ji bîr nekirine û çanda xwe dane jiyankirin.”
‘Encama têkoşînê ye’
Derbarê naveroka tabloyên xwe de jî Bêrîvan wiha got: “Em di tabloyên xwe de çanda penaberî, zor û zehmetî, gerdûnbûyîn, xweşiktî û nexweşiktiya jiyanê didîn pêş. Çawa ku huner gerdûniye wisan jî me di tabloyên xwe de ne tenê gelê Kurd yan jî gelek tenê, me hemû gel di nava giştîbûnekê de dane pêş û pêşkêşî gel kirine. Peyamên di tabloyên me de piraniya xwe ewin ên ku me bixwe jiyan kirine. Tiştên ku me weke civak jiyan kirine û li ber çavên me qewimîne ne rijandine ser tabloyê. Bêgûman di şert û mercên penabertiyê de me gelek tengavî kişand, bêderfetî hebû. Heta cihê me lê bixebitin tune bû.
DÎHA/HEWLÊR