Li navenda Galerî ya Azad Şewqî ya bajarê Silêmaniyê, şêwekara ciwan, Şirîn Cemal Ezîz li ser jinan bi 25 tabloyan pêşangeheke hunerî vekir. Şirîn Cemal Ezîz xwendekara lîseyê ye.
Parêzgerê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir, bi dehan xwendekar û xizmên Şirîn Cemal jî beşdarî vekirina pêşangehê bûn.
Li ser armanca vekirina pêşangehê, Şirîn Cemal got, wê bi alîkariya mamoste Asos ev pêşangeha yekê vekiriye û wiha peyivî: “Di pêşengehê de 25 tabloyên min hene û min di nava heşt mehan de ew qedandin. Tabloyên min bi pirranî li ser jinan in. Min bi vî hunerê xwe nîşan da ku ez dixwazim hunerê Kurdî bi pêştir bixim. Bi taybetî tabloyeke min heye, li gel min gelekî binirx û taybet e; ez wê dişibînim xwedawend Îştar, jin û xwezayê.”
Şirîn da zanîn ku wê di despêkê de tablo tenê ji bo odeya xwe û mala xwe çêdikirin, ji bo piştre got, “Piştre mamostayê min ev wêneyên min derxistin û xwestin bêne nîşandan û herkes bibîne.”
Şirîn di dawiya axaftina xwe de spasiya malbata xwe û mamostayê xwe Asos kir.
ROJNEWS/SILÊÎMANÎ