Wênesaza Meksîkî Frida Kahlo ya li dinyayê navdar e, vê carê bi pêşangeheke cuda li rojevê ye. Li paytexta Ingilistanê Londonê pêşangeh vedibe lê ji wêneyên wê wêdetir vê carê bi tiştên wê yên taybet. Di pêşangehê de tiştên taybet ku di jiyana rojane de wê bikaranîne cih digirin: Amûrên wê yên makyajê, kincên wê, lingê wê yê protez û tiştên wisa cih digirin. Pêşangeh ji aliyê V&A (Victoria and Albert Museum) ve tê lidarxistin. Pêşangeh heta 14’ê Mijdara 2018’an wê vekirî be.
Ev yekem car e
Frîda Kahlo ku sala 1907’an li Meksîko City ango paytexta Meksîkayê hatibû dinê, sala 1954’an li heman bajarî miribû. Li muzexaneya Blue House ya li Meksîko City 50 salan piştî mirina wê jî tiştên wê li wir bûn û kesî dest nedabû wan. Paşê ew hatibûn pêşandan, niha jî li Londonê têne pêşandan. Ev yekem car e ku li derveyî welatê wê, tiştên wê di pêşangehekê de têne nîşandan.
LONDON