Komek jinên Şengalî ya ji 12 jinên ciwan, fêrî hunera wênegirtinê bûye. Van jinên ciwan bi wêneyên xwe qirkirina miletê Êzîdî li Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ'ê nîşan dan. Çar jinên di nava koma jinên pêşangeh amadekirî de, bi wêneyên ku bi destê xwe girtibûn, tevlî konferansa navnetewî ya Êzîdiyan jî bûn. Jinên pêşangeha wêneyan vekirine dan zanîn ku tenê jinên Şengalê karin êşa Şengalê bînin ziman.


Ragihandina êşa xwe bi çanda xwe 

Ji jinên pêşangeha wêneyan vekirî Xewla Şeme Hesen li ser pêşangehê got, ew ê hovîtiya bi ser jinên Şengalê de hatî bi wêneyên xwe nîşanî cîhanê hemûyî bidin û wiha dewam kir: "Em bi rêya wêneyan dixwazin çanda xwe, êşa jinan û peyama Êzîdiyan bigînin tevahiya cîhanê. Ji ber ku me pir zehmetî di dema fermana ser Şengalê de kişand. Niha pirsgirêka jinan û gel pirr giran e, ji bo wê jî niha em vî karî dikin û ev kar di nav jinên Êzîdî de pirr kêm e."


Wêneyên jiyana Êzîdiyan

Zîne Salim jî jinek din ya wênegir e û derbarê karên xwe de wiha axivî: "Ez bi wan wêneyên xwe, jiyana zehmet a rojane didim nîşandan. Armanca me ew e ku em bi destê xwe wêneyên jiyana Êzdiyan ji mirovahiyê re nîşan bidin."



ŞENGAR BIRADOST/JINHA / SİLÊMANÎ