Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd bi alîkariya PYD`ê pêşangeha wêneyên têkoşeran vekir.

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê li navenda YCR`ê ya têkoşer Aslan a navçeya Raco ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê, pêşangeha wêneyan vekir. Di pêşengehê de 50 wêneyên şervanan û wêneyên ku jiyana wan didin îfadekirin, hatin pêşandan.

Bi dehan şêniyan serdana pêşangehê kir.

Di pêşangehê de Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a navçeya Cindirêsê Hesen Baran axivî û got, me ji bo danasîna jiyana şervanan pêşangeh vekir. Baran da zanîn ku wêneyên li pêşangehê hatine pêşkêşkirin ji aliyê ragihandina YPJ/YPG`ê ve hatine kişandin.

Welatiya bi navê Neimet Ismaîl kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Ez bi pêşangehê gelekî kêfxweş bûm. Wêneyên şervanên me yên eniyên şer hatin pêşkêş kirin. Ez bi qehremanên me serbilind im, bextewer im û hêzê ji wan werdigirim”.

Welatiyê bi navê Hisên Bekir jî malavahiya Yekîtiya Rewşenbîran ji bo vekirina pêşangehê kir. Pêşengeh dê heta sibe bidome. 



 EFRÎN