Cîgirê Serokê Koma Wênekêşên Germiyan Ojîn Omer ku beşdarî pêşangehê jî bû, der barê mijarê de wiha axivî: “Me ev pêşangeh ji Germiyan anî Silêmaniyê. Ji ber ku niha li hemû bajarên Herêma Kurdistanê kampên penaberan hene. Êşên wan penaberan hevbeş in. Ji bo wê me jî xwest ku êşên xwe bi wan re bikin yek û bi hunerê nîşan bidin.”  Omer di dawiya gotina xwe de wiha pê de çû: “Armanca me ji vekirina vê pêşangehê ew e ku em bikarin êş û xweziyên zarokên penaber bi wêneyan bi taybet bi wêneyê çavê wan ragihênin. Ger derfeta me hebe em ê biçin kampan û serdana penaberan bikin. Ne tenê wêneyên wan, em dixwazin êşên di dilê wan zarokan de jî parve bikin.” Pêşangeha wêneyan a li Silêmaniyê doh bi dawî bû û îro li Şarezûr tê vekirin.



RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ