Pêşangeha wêneyan a ji nameyên girtiyan, piştî Sîon, Bern û Baselê niha jî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê tê nîşandan.

Pêşangeha wêneyan a ji nameyên girtiyan û wêneyên ji aliyê wênekêşên derve ve hatine kişandin, piştî bajarên Sîon, Bern û Baselê yên Swîsreyê li bajarê Lozanê hate vekirin.

Pêşangeh ji aliyê tîma bi navê “Gorulmuştur / Hatiye dîtin” a li Tirkiye û Kurdistanê kar dike û koma wêneyan a bi navê Red ve hate organîzekirin. Pêşangeh li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê ye. Pêşangeha ku xizmên girtiyan jî destekê didinê, wê heta 5’ê Cotmehê vekirî be.

Kasim Karataş zêdeyî 28 sal in girtî ye. Hevsera wî Ayşe Karataş li ser pêşangehê û rewşa girtiyan axivî.

Karataş diyar kir ku ji ber vekirina pêşangeheke wiha ew kêfxweş e û got, “Gaveke girîng e ji bo dengê girtiyan bê bihîstin. Hevserê min nexweşê dil e, lê 28 sal in ji ber nihêrînên xwe yên siyasî dîl hatiye girtin. Nêzî 4 sal in li Swîsreyê me. Têkiliya min bi hevserê min re biqasî ku nîne, kêm e. Mijara efûyê xistine rojevê. Gelo ev ê ji kê re be? Girtiyên siyasî û nexweş wê li derveyî efûyê bên hiştin. Efû wê ji mafya, kujer, diz û çeteyan re be.”

Pêşangeha wêneyan wê piştî 5’ê Cotmehê li Parîsê bê vekirin.

 

ANF/LOZAN