Di Ajansa Nûçeyan a Mezoptamyayê (MA) de bi îmzeya / Bariş Donmez û Mesût Bagci nûçeyeke balkêş a ji Wanê heye. Mesele pêşangeheke fotografan e ku di berdêla bilêtan û di berdêla firotina fotografan de kitêb tên dayîn. Jixwe, heger ev kitêb bi Kurdî bin, ya dikeve ser milê me ew e em pesnê wî bidin, na heger ev kitîb bi Tirkî bin û ji bo zarokan bin, ya dikeve ser milê me ew e, em rexne bikin.

Axir, li gorî nûçeyê Vedat Atli ku li navçeya Rêya Armûşê li kafeyekê pêşangeha fotografan vekiriye, ji dêvla bilêtan, kitêban ji kesên tên pêşangehê distîne. Atli, paşê wê van kitêban bide dibistana gundekî Colemêrgê.

Atli wekî din wêneyên xwe jî bi kitêban dide. Pêşangeha Atli 8’ê Adarê vebûye û wê 17’ê Adarê bi dawî bibe.

Atli got, di 3 rojan de bi sedan kitêb wî berhev kirine û got, bi vî hawî dixwaze kitêban daxilî nav jiyana zarokan bike. Atli, anî ziman ku pismamekî wî mamosteyê dibistana gundekî ye û wiha peyivî: “Li wir ji bo xwendinê kitêb tunene. Ji bo vê bi derdora xwe şêwirîm. Min jî xwest pêşangeheke wêneyan li dar bixim û pê li wî gundî kitêbxaneyekê ava bikim. Loma min xwest bi wêneyên ku min girtibûn, pêşangehekê li dar bixim.”

Ew ne tenê li çûna ketina hundir kitîbekê werdigire, ew wêneyan bi kitîb difiroşe jî: “Mesela min ji bo wêneyekî 100 pirtûk û ji bo wêneyekî din jî 150 pirtûk xwestin.”

Atli, anî ziman ku li pêşangeha wî wêneyekî bizinê hebûye û xwediyê bizinê hatiye bi 50 pirtûkan wêne kiriye. Her wiha Atli, destnîşan kir ku wêneyê kulîlka Berfînê ku li Çiyayê Erekê kişandibû jî bi 300 pirtûkî daye. De xwezî ev kitêb hemû jî bi Kurdî bin, û kitêbxaneya li gundê Colemêrgê jî têr kitêbên bi Kurdî be.

 

NAVENDA NÛÇEYAN