Li navçeya Kelarê komek jinên ciwanên wênegir ên Germiyanê bi navê ‘Xema me, çavê we’ pêşangek vekir. Di pêşangehê de xem, êş û astengiyên ku di civakê de derdikevin pêşberî jinan bi wêneyan hatinee nîşandan.
Li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Kelarê pêşangeh bi boneya roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê hate vekirin. Pêşangeh bi alîkariya rojnameya Newjîn ji bo koma jinên ciwan ên wênegir ên Germiyanê hate vekirin.
Di pêşangehê de 19 tabloyên ku ji aliyê 9 jinên ciwan ve hatibûn çêkirin, hatin nîşandan. Di hemû tabloyan de xem, êş û astengiyên ku di civakê de derdekivin pêşberî jinan, hatibûn xêzkirin.
ROJNEWS / KELAR