Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriya hunera jinên ciwan û nasandina wê, li Çemçemal, Silêmanî û Helebceyê bi diruşma "Bi çavên jinên ciwan jin û Kurdistan" pêşangehên wêneyan li dar xistin. Xelkê elaqe nîşanî her sê pêşengehan da, bi hezaran kes çûn pêşengehan. Li Çemçemalê pêşangeh 14-15 Hezîranê bû û berhemên 12 jinên ciwan ên şêwekar hatin nîşandan. Pêşangeh li kafeyeke teybet pêk hat. Qeymakam û şaredar jî çûn serdana pêşangehê. Şêwekaran jî behsa serpêhatiya berhemên xwe kir. Jinên ciwan ên çûn serdana pêşangehê peyama, “Bila tund û tûjiya li dijî jinê rabe” da. Gelek tabloyên jinên ciwan jî hatin firotin. Tevî ku rayedaran astengî çêkirin, jî li Silêmanî pêşangeha Jinên Ciwan li Majîdî Moll pêk hat. Di pêşengehê de 16-17 Hezîranê berhemên 6 şêwekaran hatin nîşandan. Di vê pêşangehê de jî gelek tablo hatin firotin. Li Helebce jî 18 Hezîranê berhemên 9 jinên ciwan hatin nîşandan. Ji ber ku qeymeqamê Helebce cih neda û astengiyên din, pêşangeh li Baxê Giştî karî bê kirin. Xelkê elaqeyeke mezin nîşanda û gelek tablo jî hatin firotin. Bi vî awayî bi giştî berhemên 27 jinên ciwan hatin nîşandan. Jinên Ciwan ên Têkoşer diyar kirin ku ev pêşangehên li Çemçemal, Silêmanî û Helebçê, ji bo bibîranîna Bariş Çakan hatine lidarxistin. Bariş Çakan li paytexta Tirkiyê Enqerê, ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir, 31´ê Gulanê bi destê nijadperstên Tirk hatibû şehîdkirin. ANF/SILÊMANÎ