Li ser vê yekê welatên Ewropayê yên mezin ku hewl didin bibin hêza leşkerî û siyasî jî ketin nava tevgerê. Ev çekên nû yên xwedî teknolojiyeke xurt in, heta niha bûne sedema mirina bi sedan sîvîlan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan Reutersê, di rojên borî de Almanya û Franseyê ji bo hilberîna WHB’yan li hev kirine. Cigirê wezîrê parastinê ya Almanyayê Stephane Beemekmans ji Reutersê re wiha got: “Em neçar in platformek ku welatên din jî tevlî bibin ava bikin. Almanya û Fransayê berê ev pêk anîbû. Em dê carek din bikin.” Beemekmans got “Dê Îngîlîstan jî tevli vê bibe”.
Peymana Almanya û Fransayê ya ji bo Ewropa bibe xwedî çek, bi hilberîna WHB’yan sînor namîne. Tanq, robotên çekên nuklerê tê de hen û çekên agirê giran jî tê deye.
5 welatên Ewropayê ji 2003’an heta niha li ser WHB’yan dixebitin. Neuron çend mehên din ceribandina xwe ya yekemîn li Fransayê dike. Di makaleyeke k udi rojnameya Dagans Nyheter a li Swêdiyê de, hate weşandin de tên destnîşan kirin ku ji bo Neuron ji aliyê radaran ve neyê ferqkirin, teknîkek bi navê Steallh tê bikarnîn. Her wiha bi bombeyên ku hedefa xwe şaş nakin jî hatin amadkeirin.
Neuron projeya Fransa, Îtalya, Ispanya, Swêd, Swîsre û Yewnanîstanê ye. Pergala kontrola firînê ji sliyê tekelên çekan ya Swêd Saab û Dassault a Fransayê hatiye kirin.
Dirêjiya wê 10 metre ye û 4.5 tone. Her wiha du bombeyên laser yên ku 250 kîlo ne dikare bikişîne. Li Fransayê li Rafaele û li Swêdê jî dê li Jas Grîpen bên fermandekirin. Di pêngava yekemîn de dê yek bê hilberandin. Welatên di hilberînê de cih digirin ku dê WHB û balafirên şer înşa bike, dê ji teknîkê fêdeyê bigirin.
Projeya Neuron k udi dema hikûmeta Sosyal Demokrat de hate dest pêkirin li Swêdê rastî rexne û bertekan hatibû. Hikûmetê ligel ku 600 mîlyon ji bo projeyê veqetandibû jî , liser bertekên partiya Çep û Partiya Keskan ev proje şûnde hiştibû. Lê piştî ku di sala 2006’an de partiya rastgiran îtîfaq avakirin ku ji bo hilberîna balafirên şer 3.8 mîlyar kron dabû tekela çekan a Saab. Ji vî pereyê mîlyarek ji bo projya Neuron hatibû bikarnîn. Li Fransayê Neuron rastî bertekan hatibû. Hin partiyên ku bi fikar bûn ku Neuron bi çekên nukleerê tê amadekirin , xwestibûn proje bê rawestandin.
DYA di warê karanîna WHH’yan de, di rêza yekemîn de ye, heta niha piraniya wan li Efxanîstan û Pakîstanê, bi giştî 4000 kes di encama êrîva van balefiran de hatin kuştin. Welatên mîna DYA, Îsraîl, Siûdî Erebîstan û Tirkiyeyê li şûna balefir, tank û amûrên din ên leşkerî, herî zêde balefirên bê mirov dikirin. Ji lêkolînerên dîroka şer Steven Zaloga sala par ji kovara Alman Der Spiegelê re axivîbû û dabû diyarkirin ku DYA’yê di sala 2002 de ji bo WHB’yan (wesayîtên bê mirov ên hewayî) 550 milyon dolar xerç kir, di sala par de jî 5 milyar dolar xerc kiriye.

BRUKSEL