Rêbeberiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM)’ê bang li hemû navendên xwe yên civakî kir, ku xwedî li 23 yemîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî derkevin.
NAV-DEM'ê ragihand ku pêşbirk wê di 17'ê Cotmehê saet di 13:00 de li bajarê Elmanya Dortmûndê were lidarxistin û bang li hemû şoreşger, demokrat û dostan jî kir, ku cihê xwe di nav de bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN