Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ji bo ku nivîskariya lîstîkan pêş bikeve û ji bo nivîskaran derfet bên afirandin her wiha wan lîstikan pêşkeşî şanohezan bikin ‘yemîn Pêşbirka Navnteweyî ya Nivîsandina Lîstika bi Kurdî ya Eddurehîm Rehmî Hêkkarî li dar dixe. Ji ber ku Ebdurehim Rehmi Hêkkarî nivîskarê Memê Alan ê ku di 1918’an de hatiye nivîsandin û yekem teksta şanoya bi Kurdî ye ev pêşbink diyarî wî tê kirin.
DBŞT bi daxuyaniyeke şertên tevlibûna pêşbirkê aşkera kir. Di pêşbirkê de lîstik, xebatên nû yên xweser, roman, çîrok, helbest û bîranîn jî hebin. Metnên lîstikan divê herî kêm 40. hezar karakter bin û bi kompiturê bê nivîsandin heta roja dawî ya serlêdanê jî li cihekî nehatibe weşandin. Divê li şanoyên profesyonel û bi pere de nehabe pêşandan û di pêşbirkan de jî xelat negirtî be. Nivîskar an jî namzetê nivîskariyê herê zêde dikare bi 3 lîstikan serî li pêşbirkê bide.
Di serlêdanê de nivîskar divê nav, navnîşan, kurtejiyana xwe û numeraya telefona xwe binivîsînin, her wiha rumuzên xwe jî binivîsînin. Heke agahiyên nasnameyê nebin metn dê neyên nirxandin. Dîroka dawî ya serlêdanê 27’ê çileya 2012 ye.

Di lijneya vebijêr ji Muhsîn Osman, Nazim Hîkmet Çalişkan, Rêzan Kaya, Ruknettîn Gun û Berfîn Emektar pêk tê. Xelata yekemîn 5 hezar TL, ya duyemîn 3 hezar û 500 Tl ya sêyemîn jî hezar û 500 TL ye. Encamên pêşbirkê dê di 27’ê Adara 2012’an Roja Şanoyê ya Cîhanê bê aşkerakirin û heman rojê di malpera DBŞT’ê jî dê bê weşandin.

DÎHA/AMED