
Komîteya amedakar di derbarê şert û mercên tevlêbûna pêşbîrkê de ev agahî dan: "Divê kesên beşdar bibin temenê wan 18 salî û jor de bin. Wêneyên wan ji ramanên wan yên taybet bin û li gorî kalîteya ne zêdetir ji DPI-300 ji bo meznahiya A2. Postera serkeftî jî wê ji aliyê komîteya serpereştiyar ve, were hilbijartin."
Xelata pêşbîrkê
Kesê xwediyê postera serkeftî wê 1000€ werbigire, tevî çapkirin û weşandinê. Her wiha wê bi riya medyayê jî were ragihandin.
Taybetmendiyên posterê:
* Divê bi qiyasa 35 -50 be
* Dikarin dîzaynê bi desta, an jî bi kompîterê çêbikin
* Divê li ser berxwedana Kobanê be.
* Divê sloganên wê bi herdû zimanên Kurdî û Îngilîzî bin.
* Cureya wêneyê ya dawîn, divê bi forma PSD-JPEG be.
Divê valahî ji bo slogana Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hebe. Mafê çapkirin û weşandinê wê girêdayî Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê be.
Navê siyemîn, cihê lê dijî, hejmara telefonê jî divê bi posterê re werin şandin.
Tekîlî:
Hemû têkilî li ser va E-mail`ê tên kirin:
Poster.2015@hotmail.com
Ev reklam heya 1`ê meha Êlûnê 2015 didome.
QAMIŞLO