Miracaetên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin. Pêşbirka di beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkator” û “Nûçeyên Jinê” de pêk tê. Rojnameya Yenî Yaşamê pêşbirkê organîze dike.

Ji bo bîranîna nivîskar û rewşenbirê Kurd Musa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser kar şehîd bûn, ji sala 1993’an heta niha her sal “Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter” tên li dar xistin. Îsal jî pêşbirka Rojnamegeriyê bi zimanê Kurdî û Tirkî dest pê kir. Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku wê îsal cara 27’emîn bê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirka ku par ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hatibû li dar xistin, îsal dîsa ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Serlêdan heta 10’ê îlona 2019’an jî dikarin bên kirin. Pêşbirka ku ji “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegihantiya Jinê” bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Encama pêşbirgê wê di 18’ê îlona 2019’an de bên eşkerekirin.

Şertên beşdarbûnê: Zimanê pêşbirkê bi Kurdî û Tirkî ye. 

Pêşbirk di 5 kategoriyên cuda yên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçegihantiya Jinê ya Gurbetellî Ersoz” “Wêneyê Nûçeyan” û “Karîkatûr” de tê lidarxistin.

Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne.

Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekê beşdar bibe.

Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 TL ye.

Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û wê karibin di rojnameyê de bên weşandin.

Divê berhem herî dereng di 10’ê îlona 2019’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, wê di 18’ê îlona 2019’an de bên eşkerakirin.

Pêwist e ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bêne şandin. Ji windabûna berhemên ji bilî van rêyan, bi rêyek din hatibin şandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye.

Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. Piştî 10’ê Îlona 2018’an û şûnde divê hatibin weşandin.

Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî bixin dosyaya serlêdanê.

Navnîşana ku beşdar berhemên xwe bişînin wiha ye.

Web: yeniyasamgazetesi.com e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com

Telefon: 0 212 252 83 99

Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşana Postê: Taxa Şehit Muhtar, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stenbol

 

 NAVENDA NÛÇEYAN