Saziay Zimanê Kurdî li Dêrikê di 20'ê Kanûna 2011'an de ava bû. Ev saziya ku yek ji yekemîn saziyên fermî ye, nevanda xwe ya yekemîn li gundê Besta Sûs ê Dêrikê bi navê Şehîd Dîcle ava kir. Hema bêje temamiya mamosteyên Saziya Zimanê Kurdî ji jinan pêk tê.

Ji rêveberên aziyê Yasmîn Hadî ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke welê zehmet de derbas bûn ku ji perwerde û hîndekariya ziman, textek jî bi destê wan nediket û li gel van zehmetiyan jî hatine roja îro.
Hadî da zanîn ku beriya sazî bi awayekî fermî vebe wan li malan perwerdeya veşartî didîtin û ji bo hînbûna zimanê dayikê di şert û mercên zehmet de hewl didan. Hadî got, "Di demên ku rejîm serdest bû de, ji aliyê hînbûna zimanê dayikê ve me gelek zehmetî kişand. Me li malan perwerde didîtin. Textek jî bi destê me nediket. Li binê paçekî spî me naylon bicih dikirin û weke text bikar dianîn. Tirsa rejîmê hînê ji dilê gel derneketibû Carna li malan jî me zehmetî dikşandin ku perwerdeyê bibînin."
Yasmîn Hadî diyar kir ku bi şoreşê re sazî bi awayekî fermî ava bûne û anî ziman ku bi vê yekê re wan ji bo hîndekariya zimanê dayikê komên mamoste amade kirine.
Hadî got, "Bi şoreşê re êdî şert û merc baş bûn. Hêdî hêdî ji malan ber bi dibistanan, gundan, navçeyan perwerde belav bû. Li gundan li ser navê şehîdên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan dibistan hatin vekirin."

Jin bêhtir eleqeyê nîşan didin  

Yasmîn ragihand ku di nava gel de ji bo hînbûna zimanê dayikê eleqeyek derket holê û anî ziman ku bi taybetî jin eleqeyê nîşanî hînbûnê didin. Hadî diyar kir ku ji ber vê eleqeyê gele mamosteyên jin mezûn bûne û destnîşan kir ku ji sedî 90 ê dewreyên niha jî ji jinan pêk tê. Hadî da xuyakirin ku ji di parastin û pêşvebirina zimanê dayikê de li pêş in û da zanîn ku bi tenê li Dêrikê ji 218 mamosteyên zimanê Kurdî 200 jê jin in. Hadî da xuyakirin ku heta niha li Dêrikê nêzî 3 hezar kesî perwerdeya zimanê dayikê qedandine û got ku yên perwerde qedandine wan weke mamoste li bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê, li gundan ji bo karê mamostetiyê bimeşînin, belav kirine.
Hadî got, "Hina xebatên me ji bo derxistina pirtûkan hene. Xwendekarên me ew perwerde kirine jî hewl didin li malên xwe Kurdiya rastîn belav bikin."
Hadî diyar kir ku dewreyê perwerdeyê bênavber dewam dikin û anî ziman ku di her komê de 20-25 beşdar dibin ji van jî ji sedî 95 jin in.
Hadî da xuyakirin ku li hemberî vê yekê rejîm zexteka xwe ya li hemberî mamosteyên zimanê Kurdî û zarokên dixwazin Kurdî hîn bibin dewam dike û got, "Bi hin rê û rêbazan zextê li mamosteyan dikin û dixwaze çavê wan bitirsîne. Bi taybetî jî hewl dide asteng bike ku zarokên Ereb, Suryanî û Kurd bi hev re perwerdeyê nebînin."



NÊRGIS BOTAN/ANHA/DÊRIK




Ji sedî 90 mamoste jin in

Rêjeya jinan di giştî endamên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de li bajarê Til Temirê ji sedî 90 in. Ji bo belavkirina zimanê zikmakî, tevî hemû astengiyan, karê malbatî û perwerdekirina zarokan, jin kedeke bê hempa didin meşandin.
Navenda Şehîd Şînda ya zimanê Kurdî ya girêdayî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Til Temirê, bi armanca belavkirina zimanê dayîkê beriya çend mehan hate vekirin. Ji destpêka vekirina navendê ve û heta niha jinan roleke sereke di birêvebirina navendê de lîstin. Hejmara mamosteyan di navendê de ji 40 mamosteyan 35 mamosteyên jin in. Tevî hemû karên malbatî ku ji jinan tê xwestin û perwerdekirina zarokan û li gel bêparmayîna wan ji xwendina bi zimanê zikmakî re, jin zimanê Kurdî fêr dibin û fêr dikin.
Yek ji mamosteyên jin ên Navenda Şînda ya zimanê Kurdî ya bi navê Raperîn Yûsif diyar kir ku  tevî kêmbûna hejmara mamosteyan wan karibû ku di demeke kurt de zimanê Kurdî derbasî dibistanên fermî ku hejmara wan 17 dibistan in, bikin.
Yûsif got ku ew perwerde û waneyên zimanê Kurdî seranserî hefteyê de dimeşînin û 3 roj ji bo fêrkirina rêzimana Kurdî veqetandine û di 4 rojên din de jî perwerdeyên taybet bi jinan û dîroka wê, dîroka zimên, dîroka Kurdistanê, jinolojiya, girîngiya zimên, rastiya zimanê Kurdî, têgîn, rêziman, rastiya Rojhilata Navîn û Sûriyê, rexne û rexnedayîn, çand, exlaq û netewa demokratîk tên dayîn.
Niha birêvebirina 3 perwerdeyên zimanê Kurdî tê meşandin, ji van 2 perwerdeyên asta duyemîn ku li ber dawîbûnê ye û tê payîn di hefteya bê de ezmûnên wan bêne lidarxistin. Perwerdeya 3’yemîn jî bi rêk û pêk tê meşandin. Her wiha ji bo perwerdeya asta sêyemîn jî amadekarî tên kirin.
Raperîn Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku alîkariya Saziya Zimanê Kurdî bikin, da ku karibin çanda Kurdî û zimanê zikmakî ji pişaftinê vejînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ziman nasnameya mirovan e, divê em fêrî zimên bibin û fêrî kesên din bikin, da ku em ji pişaftinê biparêzin.”

ANHA/TIL TEMIR