PAJK: Hevrê Şevîn di jiyana domdirêj a têkoşînê de, li her qadê, milîtaniya PKK’ê û PAJK’ê bi rengekî radîkal geş kir, bû mînak, bi rengekî pêşengiya azadiya jinê kir.
Koordînasyona PAJK’ê têkildarî Hulya Kul bi nasnav Şevîn Bîngol û hevalên wê ku li Eyaleta Erzeromê şehîd bûne daxuyanî da. PAJK’ê diyar kir, “Têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê, bi berdêlên mezin ên di ber azadiyê de, bi fedekarî û lehengiyan û mînakên têkoşînê yên bêhempa dimeş e, ji bo xwegihandina serfiraziya gelê me heq dike.
Bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevala me Şevîn Bîngol ku yek ji fermandara tevgera me ya azadiya jinê û artêşbûna jinê ye, li eyaleta Erzeromê, di şerê dijî dewleta Tirk a faşîst û artêşa wê de, bi dilêrî li ber xwe da û şehîd bû. Hevrê Şevîn yek ji wan milîtanên sereke ye, ya ji bo afirandina azadiya jinê û di ber azadiya gelê Kurd de şer kir. Hevrêyeke me ya wiha ye ku jiyana xwe di ber azadiyê de dayî, di qadên leşkerî, îdeolojîk û gelek qadên têkoşînê de çalak bû. Hevrêya me Şevîn, bi dilsoziya xwe ya kûr a bi gelê xwe, welatê xwe û çanda xwe re, bi evîna xwe ya li azadiyê û bi têkoşîna xwe ya tûj a li bara dijmin, bûye yek ji mîlîtana mînak a dîroka me ya ku qet wê neyê jibîrkirin.
Temsîla serketin û millîtaniyê bû
Bi wêrekî, bi helwesta xwe ya biryardar, bi ezm û îdîaya xwe, bûye yek ji temsîla serketinê û milîtaniyê. Hevrê Şevîn di têkoşîna domdirêj a jiyana xwe de, li her qada lê, milîtaniya PKK’ê û PAJK’ê bi rengekî radîkal geş kir, ji hevrêyên xwe re bû mînak, bi rengekî xwedî îdîa pêşengiya azadiya jinê kir. Demên ku têkoşîna herî tûj hewce kir, li qadên ku divê lê bûya cihê xwe girt, bû xwedî helwesteke biryardar, pêşeng û şervan. Li dijî êrîş û polîtîkayên tinekirinê yên dijmin ji bo berevaniya gelê xwe, bi peywir û berpirsyariyên xwe rabû.
Di şexsê hevrê Şevîn de û hevrêyên me (Amargî Zîlda, Bahoz Welat, Dijwar Zagros) de ku bi hev re şehîd bûne, em careke dî sonda azadî û serfiraziyê li ber şehîdên şoreşê dixwin, em ê ji bo bîranîna wan Kurdistana azad û rastiya jiyana azad biafirînin.”
ANF/BEHDÎNAN