
Jina tekoşer, siyasetmedar û çalakvana mafê jinan Hepsexana Neqîb beriya 64 salan jiyana xwe ji dest da. Neqîb a ji malbata Berzencî mîna pêşenga têkoşîna jinên Kurd tê nasîn û yekemîn komeleya jinan di 1930 de vekir.
Hepsexana Neqîb, jinek siyasetmedar, xêrxwaz û çalakvana mafê jinan bû. Keça Meruf Berzenci ye û neviyê Ehmed Şêxê pismamê Şêx Mehmûdê Berzenci ye û hevsera Şêx Qadir Hefîd e. Hepsexana Neqîb, di sala 1891’an de li Silêmanî ji dayikbûye û di 12’ê Nîsana 1953’an de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest daye.
Mala wê, her cihê civîn û mezinkirina fikrê netewî bû. Her wiha ji bo danasandina maf û erkê jinan bibû navendek. Ji bo tevlîbûna karên civakî, rêxistinî, her pirsgirêkek civakî û aboriya jinan û zextên li ser jinan, serî li Hepsexan didan. Jin di wê navendê de Kurdayetiya xwe nas dikir û di perwerdeya siyasî re derbas dibû.
Hepsexan di sala 1930’an de ji bo eşkere kirin û nasîna mafê Kurdan nameyek ji Komeleya Gelan ya Cenevre re şand. Hepsexana Neqîb, di 28’ê Hezîrana 1930’an de yekemîn Komeleya jinan bi navê “Komeleya Jinên Kurd” hat damezrandin û Hepsexana Irfanî weke sekreterê komelê hat hilbijartin. Di wê demê de damezrandina komeleyek wisan ji bo parastina maf û daxwazên jinan, mînakên wan di cihanê de kêm in.
Dema ku Komara Kurdistanê li Mehabadê hat damezrandin, Hepsesan bi hemû hêza xwe ya aborî piştgiriya komarê kir. Li hember wê damezrênerê Komara Mihabadê Qazî Mihemed sipasnameyek taybet ya rêzdariyê ji bo Hepsexan şand.
Hepsexana Neqîb, di temenê 62 salî de, di roja 12’ê Nîsana 1953’an de bi nexweşiya penceşêrê li girê Seywan yê Silêmanî jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN