Pêşangeha weneyan a bi navê ‘Em ên winda’ ya ku wênekêş Veysî Altay bi alîkariya ÎHD’a Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê amadekiriye, li salona Hunerê ya Galeriya a Parka Sumerê ya Amedê hate pêşandan. Hunermendê Wêneyan û parazvanê mafên mirovan Veysî Altay, wêneyên çalakiyên Dayikên Şemiyê yên 16 salan di pêşengeha wêneyan de kom kir. Altay, bi boneya balê bikşîne ser windayan û çalakiyên Dayikên Şemiyê ya 16 salin li Qada Galatasaraya Stenbolê û pişt re li Riha, Amed, Êlih, Şirnex bi wêneyen wan pêşengeh vekir. Di pêşengehê de Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, rêvebirên ÎHD, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, rêvebirên MEYA-DER û gelek hûnermend amade bûn. Sekreterê ÎHD’ê Racî Bîlîcî û Serokê MEYA-DER’ê Huseyîn Kugu li ser rewşa windayan û çalekiya dayikên şemiyê ku bi salane têkoşînê didin axaftinek kurt kirin. Hunermend Veysî Altay ji bo kesê ku tevlî pêşengehê bûne spasiya xwe anî ziman. Piştî Altay, Şaredar Osman Baydemîr jî diyar kir ku wahşeta li Tirkiyê didome. Baydemîr, bi gotina: ‘Ger ku hûn bê deng bimînin dê dor bê we jî’ xwest ku her kes li hemberî neheqiyê dengê xwe bilind bikin. Piştî axaftinan, Altay, hemû wêneyên li dîwara daliqandî yek bi yek nîşanî beşdaran da û danasîna wan kir. Pêşengeh dê heta 25’ê îlonê vekirî bimîne.
AMED - DÎHA