Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojavayê Kurdistanê (YRA) di bin durişmeya “Ji Sinê heta Kobanê” de bi armanca ku berxwedana gelê Kurd her tim di bîr û baweriya Kurdan de sax zindî bimîne di 24’ê Kanûna 2015’an de ragîhand ku dê pêşengeheke wêneyên fotografîk organîze bike.


Pêşî li Qamişlo û Kobanê

Li gor plansaziyê ev pêşengeh li kantonên Rojavayê Kurdistanê Cizîrê û Kobanê, her wiha li Başûr û hin deverên din ên cîhanê were lidarxistin.

Di çarçoveya amadekariyên ji bo pêşengehê de Komîteya Hilbijartina Wêneyan du rojan li hev civiya. Di encamê de ji 962 wêneyan 82 wêne ji bo di pêşengehê de werin pêşandan hatin hilbijartin. Di nava 82 wêneyan de, wêneyên rojnameger û wênekêşên her çar parçeyên Kurdistanê hene.

Wêne li gorî kalîte, aliyê teknîkî, rêpîvanên kişandinê, paqijbûna wêne, her wiha li ser bingeha çîrok û wateya wêne hatin hilbijartin.

Pêşengeha ewil li gor agahiyên Komîteya Amadekar a pêşengehê di rojên 22 û 23’yê Çileyê de wekî rojên li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bê lidarxistin. Li kantona Kobanê jî di 28 û 29’ê Çileyê de pêşengeh tê organîzekirin. 


 QAMIŞLO