Hunermendên Kurd bi wêneyên xwe komkujiyên Sedam Hisên yên li dijî gelê Kurd kirin, di pêşengehê de pêşkêş kirin. Her weha wêneyên berxwedana YPJ derdixist pêş li Mûzaya El-Emin El-Ehmer hat pêşandan.
Di merasîma vekirina pêşengehê de Wezîrê Çandê yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Xalid Doskî, Rêveberê Giştî yê Çandê li bajarê Silêmaniyê Babekir Dirêyî, bi sedan hunermend, kesayetên siyasî û civakî, Endamê Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed, Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Roajva li Başûrê Kurdistanê Şêrzad Êzîdî amade bûn.
Benê vekirina pêşengehê ji aliyê Wezîrê Çandê yê Başûrê Kurdistanê Xalid Doskî ve hate birîn. Di nav wêne û tabloyên pêşandanê de gelek wênexêzên derbarê komkujiyên rêjîma Sedam Hisên a Iraqê yên li dijî gelê Kurd û berxwedana şervanên YPJ´ê ya li dijî çeteyan li Rojava de, hene.
ANHA/SILÊMANÎ