
ÎHD'ya Amedê di çarçoveya bernameyên 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de Pêşengeha Wêneyên belgeyî ya bi navê "Em bi qasî ku dikarin bala xwe bibin ser kesên din mirov in" li Salona Çandê ya Şarêdarîyên Bajarê Mezîn hate vekirin. Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Abdulselam Înceoren li ser pêşengehê wiha peyivî: "Em her heftê ji bo windakirina li wir rûdinên û heta kujer bên darizandin û hesap bê pirsîn dê xebata xwe berdewam bikin."
Wêneyên wendakiriyan
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî got: "Em bi salan e ku li derdora peyvekê digerin. Ev peyv jî êş e. Çi cara em li derdora xwe dinêrin muheqeq çavên me diêşe. Rojek tuneye ku yek di bin çavan de winda nebûye. Rojek tuneye ku kesekî jiyana xwe ji dest nedaye. Gundên me hatine şewitandin. Dayîkên me mirovên me bi van êşan jiyana xwe domandine. Ew peşengeh taybet ji bo parvekirina vê êşê ye.”
Piştre wênegirên atolyeyê bi navê Herdem Dogrul anî ziman ku bi salan e, zarok, hevser, xwişk û bira û dayik hene ku kenê xwe ji bîr kirine û wiha dewam kir: "Şopên findan li ser destên wan, li windayên xwe digerin. Li her derê belav bûne û li her welatî danê ser şopa êşekê û hey dipirsin; ´Windayên me li ku ne?´ Bila destên me bigihîjin destên wan, bila dilgeşiya hevîyê bikeve ser fotografên me. Heta ku em wendahiyên xwe bibînin em ê lêgerînê bidominin."
Alîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî got, ev 10 sal in çavên Dayikên Şêmiye li rêya zarokên wan in. Beştaş da xuyakirin ku her hefte dayikên ji bo zarokên aqûbeta zarokên xwe denge xwe bilin dikin. Mixabin Enqere guh nade dengê wan. Heta niha kesî alikariya wan nekir. Enqerê weke 3 meymunan dike. Li Stenbolê 500 û li Amedê jî 300 hefte derbas bûn. Lê hêj dewleta Tirkiyeyê guh nedaye dengê wan." Berpirsê Projeyê Mehmet Ozer jî wiha axivî: "Em dixwazin dayikên me zarokên xwe bibinîn. Hestiye zarokên xwe bibinîn. " Beşdar piştî axafinan li pêşengeha wêneyan geriyan.
DÎHA/AMED