NPG: Di kesayeta xwe de kûrahiya îdeolojîk, di jiyana xwe de ked û di têkoşîna xwe de jî serketin temsîl kiriye û bûye mînak. Armanc yek ji pêşengên tevgera jinê ye.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG´ê der barê Fermandar Sûna Kizilkaya ya bi nasnav Armanc Goşkar de daxuyaniyeke nivîskî da. Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA-STAR’ê, Sûna Kizilkaya bi nasnav Armanc Goşkar 3’ê Tîrmeha 2018´an di encama êrişên balafirên şer ên artêşa Tirk de li Herêmen Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Bê ser û ber êriş dike
Di daxuyaniya NPG´ê de hat gotin, “Têkoşîna azadiyê ya jinan a li Kurdistanê bandora xwe li ser jinên Rojhilata Navîn kiriye û firsendên dîrokî derxistine holê.Ev serketin bi saya şehîdên me yên leheng pêk hatiye. Desthilatdariya faşîst li hemberî vê berxwedanê bê ser û ber êriş dike û hewl dide xwe ji têkçûnê rizgar bike. Dewleta Tirk a faşîst di sala 2018’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişek pêk anî û di vê êrişê de hevala me Armanc Goşkar şehîd bû. Em hevrê Armanc Goşkar ku Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA-STAR’ê bû bi hurmet bi bîr tînin.”
Pêşenga tevgera jinê
NPG´ê li ser kesayeta Armanc Goşkar jî got, “Heval Armanc ji roja ku Rêbertî û têkoşîn nas kiriye, li metropolan di nav xebatên ciwanan de xebitiye. Hevrê Armanc qîma xwe bi van xebatan neaniye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û bi giyanê xwe yê serhildêr bûye xwediya meşeke şoreşger a serketî. Dema ku nû tevlî nav refên têkoşînê bûye, beşdarî perwerdeyên Rêbertiyê bûye. Hevrê Armanc li çiyayên Kurdistanê bi bîr û baweriyeke mezin têkoşîna gerîla meşand. Têkoşîna wê ya gerîlatiyê ya ku li Zagrosan dest pê kiribû, peywirên fermandariya Qada Botan û Zagrosê jî domandiye.
Fermandar, siyasetvan û rojnamevan
Fermandariya Biryargeha NPG´ê di dawî de îşaret bi van xisûsan dike: “Heval Armanc bi qasî ku fermandareke gerîla bû, di heman demê de jî bi kûrahiya xwe ya wêjeyî derketiye pêş. Heval Armanc di xebatên çapemenî û weşanê yên tevgera me de xwe daye ber berpirsyariyên mezin. Ji Ewrûpayê heta Botanê li gelek deveran xebitî. Di kesayetiya xwe de kûrahiya îdeolojîk, di jiyana xwe de ked û di têkoşîna xwe de jî serketin temsîl kiriye û ji bo hemû hevrêyên xwe bûye mînak. Armanc yek ji pêşengên tevgera jinê ye û di heman demê de yek ji fermandarên pêşeng ên Artêşa Jinên Azad a Kurdistanê ye. Ji ber vê şehadetê, di serî de malbata Kizilkaya, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê hemûyî re dixwazin em sozê didin ku di şexsê hevrê Armanc Goşkar de em ê alaya azadiyê bigihînin serfiraziyê û xeyalên jiyana azad ên bi Rêber Apo re pêk bînin.”
ANF/BEHDÎNAN