Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi dirûşma ‘Bi xebat û berxwedana xwe me rojên xwe tev kirine 8’ê Adarê’ li salona Rewabî ya bajarê Qamişloyê 1’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinên Sûryanî hat lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê Yekitiya Jinên Sûryanî û Komeleya Çanda Sûryanî ve hat organîzekirin. Di destpêka mîhrîcanê de Hêzên Parastina Jinên Bêytnehrên (HSNB) ên sûryanî merasîmeke leşkerî pêk anî.

YPJ azadiya jinê ye

Piştre li ser navê Yekitiya Jinên Sûryanî endama Rêveberiyê û endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Şamîran Şemûn axivî. Şemûn diyar kir ku jinên Rojava û Bêytnehreyîn hemû qeyd û bend şikandin û gelek serkeftin bi dest xistin. Şemûn dest nîşan kir ku divê jinên bakurê Sûriyeyê pêşengiya azadiya jinan bikin û got ku îro jinên Kurd, Ereb û Sûryanî bi hev re têkoşînê dimeşînin. Berdevka fermî ya Hêzên Parastina Jinên Bêytnehrên (HPJ) Etra Yûsiv jî 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û da zanîn ku ji bo jin bigihîjin azadiya xwe, divê rêxistina xwe xurt bikin û got: “Di hemû şeran de yên zirar dîtin jin û zarok bûn. Lê bi avakirina hêza jinan a Bêytnehrên û şerê wê yê li kêleka YPJ’ê bi hezaran jin hatin azadkirin.”

Her roj 8’ê Adarê ye

Di berdewama mîhrîcanê de du jinên ciwan ên bi navê Rinya Malikî û Lamîtta Îşû derketin ser dikê û stran gotin. Paşê jî li ser navê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hevseroka Desteya Çand û Hunerê Bêrîvan Xalid axivî û diyar kir ku jinên Kurd, Ereb û Sûryanî bi têkoşîna xwe hemû roj kirine 8’ê Adarê. Xalid got ku jinên Rojava û bakurê Sûriyeyê ji destpêkê ve pêşengiya şoreşê dikin û gelek destkeftiyên wan çêbûne. 


QAMIŞLO