Di vê demê ku 36'emîn salvegera damezrandina PKK’ê tê pîrozkirin de pirtûka bi navê "Di Modernîteya Demokratîk de Ciwantî (Demokratik Modernite de Gençlik" ji bo têkoşîna ciwanan bûye ronahî di weşanên Aramê de derket. Pirtûka ku li ser guftûgoyên li Akademiya Zanîstiya Siyasî ya Abdullah Ocalan hatin meşandin, ji aliyê Sînan Şahîn ve hat komkirin. Di pirtûkê de bi giranî cih daye fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derbarê tekoşîna ciwanan û ji dîroka tekoşîna PKK’ê ya bi ciwanî dest pê kiriye re dibe ronahî.

Pêkhateya herî giring a civakê: Ciwan in

Pirtûka ku di modernîteya kapîtalîst de pirsgirêkên ciwanan ên bingehîn lêkolîn dike, di çarçoveya ciwanan de di qadan de çi dikin û divê çi bê kirin, digire nava xwe. Pêkhateya herî girîng a dîroka civakê ciwan in, hewl dide vê yekê binirxîne û di heman demê de ji dîrokê haya roja me ya îro pêşveçûnên çêbûne derdixe pêş. Li ser bingeha xebatên Ocalan ên ku xala herî girîng ciwan pêk tînin, di pirtûkê de li ser misyona pêşengiya ciwanan lêkolînê dike.
Pirtûka ku têde ji bo ciwan li bersiva, ji destpêkirina civakbûuyînê heya roja me ya îro di demên derbasbuyî de "Wek zanîstên civakî û polîtîk nasnameya ciwanan wê çi be’’, "Di çêbûna modernîteya demokratîk de û di pêşketina jiyana şoreşgeriya neteweya demokratîk de cihê ku pêwîste ciwan lê cih bigire, tiştên ku divê lêkolîn bike, divê bi Ocalan re têkiliyekî rêhevaltiyê çêbikin" dide nişandan.

Jinên ciwan ên ku bê nefes hatine hiştin

Pirtûka "Di Modernîteya Demokratîk de Ciwantî’’ji 12 beşan pêk tê di 4 beşên destpêkê de taybetmediyên dirokî yên misyona ciwanan tê nasandin. Di beşa 4'an de ji jiyana pêşengên xwedî jiyaneka şoreşgerî yên ji tevgera Tirkiyeya şoreşgerî û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih girtine dikeve rê û pêşveçûnên dîrokî yên di têkoşîna ciwanan de hene. Di beşa 6'an de jî çareserkirina, zanîsta civakî ya ciwanên Kurd dike û di beşa 7'an de jî jinên ciwan ên ku ji aliyê sîstemê ve bê nefes hatine hiştin û çareseriya wê cih digirin.

Di beşên din ên pirtûkê de jî bersiva pirsên; ciwan wê di tekoşîna demokrasî û azadiyê de wê çawa cih bigirin, wê çawa her tim jiyanê ciwan bihêlin, parastina xwe ya cewherî wê çawan pêşve bibin, tê lêkolîn kirin.


Yên ku bi şoreşgeriyê re radibe her tim ciwan e
Pirtûka ku têde "Civaka ku ciwanên xwe windakirî yan dijber, ciwanên ku civaka xwe windakirî ji windakirinê zêdetir mafê hebûna xwe windakiriye, xiyanet lê kirine’’hatiye nişandan û daye nîşandan ku misogerkirina ciwanan hêza guherîna civakê ye. Ji vê misogerkirinê rola dirokî yê ciwanan bi tevgerê û hêza tevgera Apogerî digire dest.

Kurtedîroka tevgera ciwan

Yek ji xalên balkêş ên di pirtûkê de jî beşa ‘’Ji BAZ ê re ji CHE dîrokeke kurt a tevgera ciwan’’ e. Di vê beşê de ji Che heya PKK'ê ku ji şoreşên cîhanê re bûne sembol, ji kesayetên bûne pêşengên şoraşan, heta Emrah Bayerê (Baz) ku ji têkoşîna ciwanan re bûye sembol digire dest.
Ji derveyî Che û Baz di kesayeta şoreşgerên wekî Boby Sands, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Huseyîn Înan, Alî Çîçek, Cafer Demirel (Edîp) û Gulnaz Karataş (Bêrîtan) şoreşgerên ku derketine pêş ji bo têkoşîna ciwanan a demokrasî û azadiyê bûne ronahî.


DÎHA/WAN