Li Başûrê Kurdistanê yek ji jinên Kurd ên di têkoşêna rizgariyê de pêşeng Leyla Qasim e, ku sala 1974’an ji aliyê rejîma Baasê ve hat bidarvekirin. Zeynep Kinaci, Gulnaz Karataş, Şîrîn Elemhûlî û Leyla Qasim ên li her parçeyê Kurdistanê bûn sembol, di roja me ya îro de çend ji pêşengên jin ên Kurd in. Qasim di salvegera 42. a darvekirinê de doh ji aliyê şervanên têkoşîna rizgariya neteweyî ve hat bibîranîn û ew weke xetekê tê dîtin. Yek ji şervanên wê wisa dibînin jî Zîlan Pencewîn e. Pêncewîn bi eslê xwe ji navçeya Pencewîn a Silêmaniyeyê ye. Pencewîn a niha li nav refên PKK’ê têdikoşe û dibîje, “Çawa ku îro Zîlan, Bêrîtan û Viyan ji bo min pêşeng in, Leyla Qasim jî bi heman rengî ye.”


‘Dinyayeke biçûk nabe xwedî maneyeke mezin’

Pencewîn îşaret bi rewşa civaka feodal a li Başûrê Kurdsitanê kir û got, jin piçûk hatiye xistin, baweriya wê ji holê hatiye rakirin û vîna wê hatiye şikandin. Pencewîn rewşa talankirina jinê ya global bi ya li Başûrve jî girê da û got, “Rewşa li Başûrê Kurdistanê jî ne cuda ye. Lê ev talan li Başûr kûrtir e. Temamiya cîhana jinê li wê derê, malbatek e. Dinyayeke bi vî rengî biçûk nabe xwedî maneyeke mezin. Leyla Qasim di nava vê civakê de jiya û ev koledarî qebûl nekir. Wê ev jiyana biçûk red kir û berê xwe da jiyaneke mezintir.”


‘Berxwenda wê bi nifşên nû zindî bû’

Pencewîn Leyla Qasim weke sembola berxwedanê ya têkoşîna jinê nirxand û got, “Tevî ku 42 sal di ser şehadeta wê re derbas bûne jî hînê nehatiye jibîrkirin. Berevajî, hîn bêhtir di nava nifşên nû de zindî bûye.” Pencewîn destnîşan kir, ku Bêrîtan, Zîlan, Viyan û Leyla ji bo wê xetek in û weha îşaret bi girîngiya berxwedana li dijî zêhniyeta mêr kir: “Lewma divê jin bi taybetî jî jinên Kurdistanê serî li ber zîhniyeta serdestiya mêr netewînin. Bi ruhê Leyla Qasim û jinên qehreman em ê di xeta jina berxwedêr de bimeşin.”

Pencewîn di heman peywendê de bal kişand ser rewşa jinê ya li Başûrê Kurdistanê û got, beriya her kesî divê jinên li Başûr ji bo azadiyê gaveke mezin bavêjin, tevlî nava refên berxwedanê bibin.”


Li Rojava rêbaza Leyla Qasim

Di salvegera bidarvekirina şoreşgera Kurd Leyla Qasim de Endama Civata Tevgera Goran diyar kir ku îro rêbaz û têkoşîna Leyla Qasim li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin û dewam dike. 

Çalakvana jinan û Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Gulistan Seyîd li ser kesayeta jina şoreşger Leyla Qasim got: “Leyla Qasim ji kevneşopiya têkoşînê hatibû ji bo wê bû pêşenga jinan li Başûrê Kurdistanê. Di dîroka têkoşîn û şoreşgeriyê de jin li Başûr bi roleke baş rabûn. Rola ku mêr ji bo têkoşînê pê rabûye, jina Kurd ji wî kêmtir nebûye. Lê belê mixabin ev yek nebûye bingeha ku rewşa jinan di warê siyasî de biguherîne. Nekariye di navenda biryardayina siyasî cih bigire û bi rola xwe rabe.”

Gulistan Seyîd behsa kesayeta Leyla Qasim kir û got: “Ji bo ku xebatên jinan bi pêş bikevin û ruhê Leyla Qasim jî şad bibe divê xwedî lê bê derketin. Îro rêbaza Leyla dewam dike û jina Kurd li Rojava têkoşîna wê dikin û li ser rêya wê dimeşin. Jinên li parçeyên din ên Kurdistanê jî.”


Leyla Qasim kî ye?

Leyla Qasim sala 1952’an li gundê Bamêlî yê ser bi Xaneqînê li malbateke hejar û welatparêz hat dinê û roja 12’ê Gulana 1974’an ji aliyê rejîma Baas ve li Bexdayê hat bidarvekirin.

Qasim Hesen bavê Leyla, karkerê Şîrketa Elwend a Refîneya Petrolê bû. Piştî ku teqawit bû, sala 1971’ê ji Xaneqînê çû Bexdayê. Êşa koçberiyê û zilma rejîmêkir ku Leyla Qasim bi bîreweirya azadîxwaziyê tê bikoşe.

Ji ber têkoşîna xwe ji aliyê rejîma Baas ve hat girtin û li dadgeheke ne adil cezayê darvekirinê lê hat birrîn. Hêj du hefte di ser girtina wê re derbas nebûbûn, roja 12’ê Gulana 1974’an seat 07:00’ê serê sibê Leyla Qasim û çar rêhevalên wê hatin bidarvekirin.



JIYAN TÊKOŞÎN / AMARA ROJBÎN/ANF / BEHDÎNAN