Pêşketinên Kurdistanî û yên herêmî çarenûsa Kurdan giştan kiriye yek. Him li Rojava him jî li Başûr berxwedana li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê, avakirina jiyana xweser a li Rojava, têkoşîna li dijî siyaseta dardekirinê ya rejîma Îranê, amadekariya hilbijartina parlamentoya Tirkiyê û hewldanên bo bidestxistin û bikaranîna mafên nasnameyî û li qadê navneteweyî xebatên dîplomasiyê hevdu temam dikin û bi hev re Kurdan dikin hêza sereke ya demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn…

Her gav, pêşketinên nû û atmosfereke siyasî û civakî ya nû bi xwe re tîne. Kurd belkî pirr diêşin, lê yên ku bi pêşketinên siyasî re destketiyên xwe zêdetir dikin jî herwiha Kurd bi xwe ne; pêşve diherin û bihêztir dibin.

Ne tenê Kurd bi xwe, dewletên ku polîtîkayên xwe li ser tunekirina Kurdan pêş dixin jî ketine bin bandora pêşketinên herêmî û yên Kurdistanî. Wer xuya ye; ku di nava çend salên pêş de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn wê bi rengê Kurdî bê xemilandin.

Pêşketinên siyasî dewleta Tirk jî him li hundir û him jî li derve xistiye bin bandora xwe. Rejîm bi naskirina nasnameya Kurdî re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê hilbijartina parlamentoyê ya ku li 7’ê Hezîranê bê lidarxistin, wê bandorê li ser siberoja rejîma Tirk jî bike. 

Encamên hilbijartinê wê diyar bikin; ku gelo dewleta Tirk wê ber bi dîktatoriya Recep Tayyîp Erdogan ve here, an wê bi serketina Kurdan a bi Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP) re ber bi rejîmeke demokratîk ve here?!.

Wekî tê zanîn; desthilatdariya Tirkiyê, Partiya Dad û Pêşketinê (AKP) bi yasayên ku tenê bi serê xwe derdixe re Tirkiyeyê ber bir rejîmeke otorîter û despotik ve dibe. 

Herçiqas di nava dewlet û Kurdan de bo çareseriya pirsgirêka Kurdî ‘Pêvajoya Çareseriyê’ di rojevê de be jî, gavên ku hikûmeta Tirk davêje bi aşkereyî radixe ber çavan; ku ew vî pêvajoyî wek xapandin û manîpûlasyonê bikar tine. Yanî ji feraseta AKP’ê ti rejîmeke demokratîk dernakeve û xelkên li Tirkiyê û yên herêmî ti xêrê jê nabînin. Ji xwe  ji ber polîtîkayên; ku ne dikane pê rastiya siyasî ne jî ya civakî ya herêmê bixwîne re hatiye îzolekirin, bi sere xwe tenê maye û ti hêzên navnetewî êdî rû nadin wê. Li hundir jî sewa pêşiya bertekên xelkê yên ku roj bi roj zêdetir dibin, bigire, jiyana civakî kiriye wek zindanek…

Di atmosferekî wisa de girîngiya hilbijartinê hên zelaltir tê famkirin. Helbet hilbijartin an jî bi hejmareke zêde di parlamentoya Tirkiyê de şûngirtin bo Kurdan ne her tişt e û her pirsgirêk li wir jî nayên çareserkirin. Lê ew der jî qadekî têkoşînê ye û eger baş bê bikaranîn, têkoşîna Kurdî û Kurdistanî wê sûdê jê bistîne…

Ligel pêşketinên bi serkeftina hêzên Kurdî ya li Rojava û li Başûr pêk hatî, daneyên siyasî yên li Tirkiyê jî di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bo Kurdan serkeftinekê nîşan didin. Partiyên klasîk yên rejîmê ti hêviya guherîna rewşa siyasî û ya civakî nadin xelkê. Li beramberê vê yekê, kom û civakên ji rejîmê û ji polîtîkayên hikûmeta AKP’ê zordestiyê dibînin û nikanin bi awayekî azad xwe îfade bikin, berê xwe danê HDP’ê. HDP’ê mina SYRIZA ya Yûnanîstanê, li Tirkiyê bûye wek hêviya bindestan û roj bi roj her rengên civakî yên li Tirkiyê di bin siya xwe de kom dike. Di hêla rêxistinîbûnê de jî her ku diçe digihîje xelkên li her çar hêlên li Tirkiyê… 

Kurd êdî nakevin dû polîtîkayên serdestan û ya aktorên ku heta îro ti xêr ji wan nedîtine. Tevgera Azadiyê ya Kurdî bi siyaseta xwe, rêya jiyaneke azad, wekhev û adilane nîşanî xelkên li Rojhilata Navîn giştan dide. Di pratîkê de jî pêşengiya xwe ya bo Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn a demokratîk îspat kiriye. Yani vebijarka Kurdan, azadiya xelkan e! Ev yek wê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de pêşiya xelkên li Tirkiyê jî ronî bike…