Ev ji dibe sedem ku pêşeroja Mûsilê ya piştî nemana DAIŞ’ê ne zelal be.Têkildarî mijarê Endamê Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) Firyad Hîranî û rojnameger Hesen Mistefa ji ajansa me re axivîn.
Her wiha endamê KNK’ê Firyad Hîranî wiha axivî; “Mijara Mûsilê mijarek aloz û ji nakokiyan dagirtiye. Pêşbaziya di navbera Herêma Kurdistan, Tirkiye û Îranê de bûye sedem ku pêşeroja Mûsilê ya piştî DAIŞ’ê ne diyar be.”
Her wiha Firyad Hîranî ragihand ku Herêma Kurdistanê li ser pêşeroja Mûsil û pirsgirêkên din ti lihevkirinek li gel Bexda ne çêkiriye.
Li ser heman mijarê rojnameger Hesen Mistefa jî got; “Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî gotibû bêyi rizgarkirina Mûsilê ewlehiya Herêma Kurdistanê çênabe. Lê gelo ji bo netewa Kurd Kerkûk girîngtire yan Mûsil? Çima yekem car nehatin DAIŞ’ê ji derdora bajarê Kerkûkê paqij bikin?”
Hesen Mistefa ev ji bi bîr xist ku ji bo pêşeroja Mûsilê li ser rizgarkirina operasyona Mûsilê ti lihevkirinek di navbera rêveberên Kurd û Bexda de çênebûye û wiha bi dawî kir; “Ev ji wê bibe sedemê şerek di navbera Herêm û Bexda de.”
HANA AZAD
HEWLÊR